08:54:22
Rojava News: Associated Press (AP) ya Amerîkî di nûçeyeke xwe de nivîsand ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ji bo birêvebirina qada şer li Sûriyê planeke nû pêşkeşî Rûsyayê kiriye.
Di nûçeya APyê de wiha hat gotin: "Ji ber ku hêzên Amerîka li Sûriyê piştevanîya wan dike, ji aliyekî ve bi tundrewên îslamîst re şer dikin û ji aliyekî ve bi hêzên hikûmeta Sûriyê re lihev nakin, rewşeke aloz li Sûriyê çêbûye. Ji ber vê sedemê jî Amerîkayê ji bo bikaranîna qada şer a li Sûriyê planek pêşkeşî Rûsyayê kir."
Berî niha jî Sererkanê DYAyê Joseph Dunford li Pentagonê dabû xuyakirin, ew ji aliyê yasayî ve li Sûriyê bi Rûsyayê re kordînasyonê nakin, li di navbera artêşên wan de ji bo rêgirîya pevçûnan hinek amurên ragihandinê hene.
Dunford herwiha gotibû, ‘Pêşnîyareke me ya ku em bi Rûsan re li ser dixebitin heye.'