11:18:07
Rojava News: Li taxên rojava yên Mûsilê ku di bin kontrola rêxistina terorîst a DAIŞê de ye, krîza birçîbûnê rû daye. Însan ji tunebûnê goştê pisîkan dixwin.
Li gorî raporta Saziya Mafê Mirovî ya Iraqê, li taxên rojava yên Mûsilê ku di bin kontrola rêxistina terorîst a DAIŞê de ye, krîza birçîbûnê rû daye û însanên herêmê ji tunebûna zad û xwarinê goştê pisîkan dixwin.
Saziyê di berdewamiya raporta xwe de ku dispêre agahiyên kesên li herêmê dijîn, li wan taxan goştê pisîkan tê firotin.
Ev 6 meh in li taxên rojava yên Mûsilê ku di bin kontrola rêxistina terorîst a DAIŞê de ye krîza însanî û pêwistiyên jiyanê rûdaye û ji ber astengiyên rêxistinê pêwendî bi xelkê herêmê re nayê danîn.
Li gorî raporta Saziya Mafê Mirovî ya Iraqî ku cih dide axaftinên keçeke biçûk ku li herêmê jiyabû. Keçik di axaftina xwe de dibêje ‘Birçîbûnê em kuştin. Pereyên me qediyan. Ji bo ku tiştekî din nebû em mecbûr man ku goştê pisîkan bixwin. Li bazarê tiştekî ku were firotin nemabû."