Print this page

Amnesty: Dahatûya Tirkiyê tarî ye

13:06:58

 

Rojava News: Rêxistina Lêborîna Navnetewî (Amnesty International), da xuyakirin, li Tirkiyê ji ber rewşa awarte bi sed hezaran kes ji kar hatine dûrxistin û dahatûya Tirkiyê tarî ye.

Amnestyê, derbarê kesên ji kar hatine dûrxistin de raporek belav kir û da xuyakirin, ji sed hezarî zêdetir fermanberên giştî ji kar hatine dûrxistin û bi deh hezaran malbat bi hilweşanê re rûbirû ne.

Amnestyê da zanîn, nayê hîştin kesên ji kar hatine dûrxistin, di sektorên taybet de bo xwe karekî din bibînin û her weha derketina derveyî welat jî hatiye astengkirin.

Hat destnîşankirin, hêza desthilatê xerap tê bikaranîn û tometa endamtiya Cemaeta Gulen dibe hinceteke binpêkirinan.

Ji rayedarên Tirkiyê hat xwestin, kesên bêguneh gavek zûtir vegerin karên xwe û riya gehîştina dadê bo hemû welatiyan vekirî be.