12:34:20
Rojava News: Amerîkayê qebûl kir, ku di encama êrîşeke esmanî ya artêşa wî welatî de li bajarê Mûsilê ku di meha Adar a derbasbûyî de pêkhatibû, herî kêm 105 kesên sivîl hatine kuştin.
Fermandeyiya Navendiya Artêşa Amerîkayê (CENTCOM) di daxuyaniyekê de ragihand, ku di wê êrişê de, firokeyên şer ên wî welatî 2 nîşangirên (qenas) DAIŞê kiribûne armanc, lê bombebarana firokeyan bûye sedema teqîna rêjeyeke mezin a teqemeniyên çekdarên DAIŞê ku wan di avahiyekî de veşartibû.
CENTCOM, ku serokatiya şerê navçeya Rojhilata Navîn dike, bal kişande ser wê yekê ku ew bombebaran di 17ê meha Adarê de çêbûye, û ew çeka ku hêza esmanî ya Amerîkayê di wê êrişê de bi kar aniye, biçûk bûye û nêzîkî 113 kg giraniya wê bûye.
Li gorî daxuyaniyê, bi çeka 113 kîlogramî avahiyek mezin nayê rûxandin, û ew yek jî tê wê wateyê ku dibe DAIŞê çek û teqemenî di hundirê wî avahiyê de veşatibe û piştre di encama êrişa firokeyan de teqiyane.
Herweha hatiye gotin, ku hêzên Amerîkayê nezanîne ku xelkê sivîl di wê avahiyê de hebin.
Tora Medyayî ya Rûdawê, yekem medya bû li cîhanê ku behsa wê bombebaranê li Mûsilê kir û piştire li ser asta naxwe ya Iraqê û cihanê jî bertekên mezin li ser wê êrişê hatin nîşandan.
Di wê êrişê de ku li Taxa Mûsil Cedîde hatibû kirin, li gorî amarên tîmên hawarhatinê zêdetirî 200 kesên sivîl hatin kuştin.