13:00:48
Rojava News: Hat ragihandin ku li Kabila Afganistanê li nêzî Balyozxaneya Almanyayê ku avahiya serokatiyê jî li wir e teqîneke bi hêz pek hat. Li gorî agahiyên destpêkê di teqînê de 80 hatin kuştin û nêzî 350 kesî birîndar bûn.
Li gorî zanyariyên berdest, li herêma Vazir Akbar Han a Kabila Afganistanê ku nêzî Balyozxaneya Almanyayê û avahiya serokatiyê teqîneke bi hêz pek hat. Li gorî agahiyên destpêkê di teqînê de 80 kes hatin kuştin û zêdetirî 350 kesî jî birîndar bûn.
Berpirsên ewlehî yên Afganistanêdi daxuyaniya xwe de ragihandin ku li gorî amareyên pêşî gelek kuştî û derdora 60 birîndarî heye. Ji ber hêzbûna teqemeniyê hemû camê avahiyên herêma teqînê şikestine. Hemû rêyên ku derdikevin cihê bûyerê hatine girtin.
Ji aliyê din ve li gorî ajansa nûçe ya Associated Press (AP) di êrişê wesayîta bombeyî de herî 50 kes hatin kuştin û birîndar bûne. Herwiha li gorî çavkaniyên nexweşxaneyê jî heta niha 67 birîndar rakirine beşa lezgîn.