12:51:07
Rojava News: Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim ragihand ku şeva 2ê Hezîranê ya roja 3yê Hezîranê ve girê dide operasyona kontrolkirina Reqayê dest pê kiriye.
Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim li navçeya Çankaya ya Enqerê bi rojnamevanan re hat ba hev û derbarê rojevê de daxuyanî da.
Binalî Yildirim anî ziman ku operasyona Reqayê şeva 2yê Hezîranê ya beriya roja 3yê Hezîranê dest pê kir.
Yildirim herwiha got Amerîkayê agahiyên ku hewce dikir, beriya operasyonê dane wan û wiha domand: “Me di mijarê de li ser her astê dilgiraniya xwe anî ziman lê wan ji me re gotin, ‘Derfera hilbijartinê nîne, ew yek ji neçariyê ye û piştî operasyonê peywendiyên wan dê bi PYD/YPGê re zêde dirêj neke û têkiliyên an taktîkî ne’ û baweriya hewce da me. Ew bawerî çi ye? Çekên li wê derê bêne bikaranîn dê piştre nekeve di destê komên terorist ku li hemberî hêzên ewlekariya me û welatiyên me bikar bînin.”