13:16:46
Rojava News: Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan diyar kir eger ji aliyê bakurê Sûriyê ve êrîşek çêbe ew ê vê mijarê bi ti kesî re neaxivin û bi xwe dê biryara xwe bidin.
Erdogan doh di civîna Komeleya Karsazên Musteqîl (MUSIAD) de axivî û derbarê YPGê de daxuyanî da.
Serokomarê Tirkiyeyê destnîşan kir ku operasyona Reqayê, dê bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re were pêkanîn û rexne li Amerîkayê girt û wiha pê de çû:
‘ME BÊHNOK DANÎ BER OPERASYONA MERTALA FIRATÊ'
"Serokomarê Tirkiyeyê anî ziman ku Amerîka bi du rêxistinên terorîst re kar dike û got: "Yek ji wan PYD ya din jî YPG ye. Dibêjin em ê bi YPGê bajarê Reqayê ji destê DAIŞê derxînin, de baş e kerem ke! Ser xêrê be…"
"Eger ji aliyê bakurê Sûriyê ve êrîşek li me were kirin, êdî em ê bi ti kesî re vê mijarê neaxivin, em bi xwe dê biryara xwe bidin, çawa ku me li Cerablûsê, li Rayê, li Babê navoka xwe, me bi xwe birî û me pêngav avêt, em ê piştî vê jî pêngavan biavêjin.'
Me bêhnokek danî ber operasyona Mertala Firatê, dibe ku berdewama wê were.