12:38:15
Rojava News: Hat ragihandin ku li taxa rojava ya Mûsilê di operasyonên hewayî yên dijî rêxisitna terorîst a DAIŞê de 73 sivîl hatin kuştin. DAIŞê jî 157 sivîl qetil kirin.
Berpirsê Yekîneyên Leşkerî yê Iraqê Muqedem Reza Abdulah Behadli di daxuyaniya xwe de ragihand ku di dema operasyona artêşa Iraqê ya êvara şemiyê li taxa Zinciliyê de rêxistina terorîst a DAIŞê jin û zarok jî di nav de 157 sivîl luştin.
Muqedem Reza Abdulah Behadli di berdewamiya axaftina xwe de got: "Di operasyonên hewayî yên li bakur rojavayê Mûsilê li taxa Şifayê li dijî DAIŞê de 43 sivîl ji terefê balafirên şer ên koalîsyona navneteweyî ve hatin kuştin.
Behadli di dirêjiya axaftina xwe de got: "Li taxa Burse ya li rojavayê Mûsilê di encama operasyona artêşa Iraqê de jî 30 sivîl hatin kuştin."