Print this page

NY: 100 hezar zarok li Mûsilê asê mane

13:22:17

 

Rojava News: Netewên Yekgirtî (NY) dibêje, derdora 100 hezar zarok û sivîl li aliyê rojava yê Mûsilê di bin metirsiya kuştinê de ne û çekdarên DAIŞê wan wek mertal bikar tînin. NY gazî aliyên şer dike şerê li dijî sivîlan bidin sekinandin.

Operasyona azadkirina Mûsilê ji aliyê hêzên Iraqî ve didome. Şer niha li aliyê rojava yê bajêr didome.

Saziya zarokan ya NY, UNICEF, di daxuyaniyekê de ragihandiye ku rewşa zarok û sivîlan li aliyê rojava yê Mûsilê pir kambax e û bi hezaran sivîl di bin metirsiyê de ne.

Di daxuyaniyê de herî zêde behsa zarokan hatiye kirin û hatiye gotin ku derdora 100 hezar zarok li aliyê rojava yê bajêr asê mane û çekdarên DAIŞê wan wek mertal bikar tînin û wan neçar dikin tevlî şer bibin.

Li gorî agahiyên UNICEFê, gelek zarok û sivîlên ku hewl didin ji cihê şer birevin, tên kuştin û roj bi roj jî hejmara kuştiyan zêde dibe.

UNICEFê bang li hemû aliyên şer kiriye, êrişî zarok û sivîlan her wiha nexweşxane, navendên tenduristiyê, medrese, mal û torrên avê nekin.