13:15:45
Rojava News: Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim li ser operasyona rizgarkirina Reqayê got, heger li dijî ewlehiya me metirsiyeke çêbibe em dê bicih de bersivê bidin.
Serokwezîrê Tirkiyeyê Binali Yildirim di axaftina xwe ya koma parlamentoyê de behsa operasyona Reqqayê kir û got: “ Gef li ser ewlihiya me çê bibe emê bersiv bidin.”
Binalî Yildirim wiha got: “Em dê destûrê nedin ti rewşeke ji bo welatê me gef û metirsî ye. Li Reqayê yan jî li dereke herêmê heger rewşeke li dijî ewlehiya me bibe metirsî em dê bersiva hewce dike bidin. Xetên me yên sor diyar in û tucarî naguherin.”
Yildirim herwiha Amerîka ji bo ku hevkariya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) dilgiraniya xwe anî ziman û got,û tevî ki çendîn cara me hevalbendê xwe Amerîka hişyar kir jî lê dîsa xwest bi YPGê re şerê DAIŞê bike.