Print this page

UNICEF: Çi dibe bila bibe zarokan biparêzin

13:55:22

 

Rojava News: Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) ragihand ku ji 100 hezarî zêdetir zarok rûbirûyî pevçûnên navbera Artêşa Iraqê û DAIŞê mane.

Nûnerê UNICEFê li Iraqê Peter Hawkins di daxuyaniyeke nivîskî de diyar kir ku rêxistina DAIŞê gelek sivîlên ku jin û zarok jî di nava wan de hene qetil kirine û raporek tirsnak gihîştiye wan ku xelk dixwaze ji cihên bêewle birevin.

Peter Hawkins metirsî li ser jiyana zarokan heye û ew têne kuştin û birîndar dibin û wek mertela mirovî têne bikaranîn.  

Hawkins, der barê zarokên di şer de hatine kuştin agahî neda lê got 100 hezar zarok bi xeterê re rûbirû ne. Hawkins bangewazî li aliyên Iraqê kir ku çi dibe bila bibe zarokan biparêzin.

Ev daxuyaniya UNICEFê di demekê de ye ku operasyona hêzên iraqî bo kontrolkirina milê rojavayê Mûsilê berdewam e û  DAIŞ xelkê sivîl wek mertalên zindî bikar tîne.