Print this page

DAIŞ bi nîşangiran şer dike

12:57:03

 

Rojava News: Koçberên rojavayê Mûsilê didin xuyakirin ku DAIŞ rê nade ku ew xwe rizgar bikin û nîşangirên DAIŞê xelkê sivîl dikin armanc, yên ku dixwazin ji bajar derkevin.

Yek ji xelkê rizgarbûyî yê Mûsilê bi navê Necat Elî ragihand ku kes newêre ji deverên rojavayê Mûsilê derkeve, DAIŞ her kesê ku derkeve dikuje û ew kes tekezê dike ku li deverên di bin destê DAIŞê de tiştek nemaye, ne av û ne xwarin û ne derman.

Çavkaniyekê ji hêza Bersivdana Bilez ya Mûsilê ragihand ku nîşangirên DAIŞê yên ku li Mûsilê mane, yan têne kuştin û yan jî direvin, tiştek di destê DAIŞê de nemaye ku di şerê Mûsilê de bikar bîne, tenê nîşangirên wan mane.

Wê çavkaniyê da xuyakirin ku ew rê nadin ku DAIŞ bêhna xwe bikşîne û ewê heya dawiyê şerê wê rêxistinê bikin.

Berî niha Wezareta Koç û Koçberên Iraqê ragihandibû ku di nava 2 rojan de 10 hezar kes ji rojavayê Mûsilê koçber bûne.