Rojava News: Urdinê bi hezaran serbazên xwe bi çekên giran, tank û zîrîpoş û topan ve ber bi sînorê xwe yê di gel Îraqê ve birin û kamîreyên çavdêrîyê jî danan.
Jêderekî serbazî yê supayê Urdinê ragehand; berîya demekî, wan bi hezaran serbazên xwe birin ber sînorê Îraqê.
Urdin hijmarek çekên giran, ji tank û zîrîpoş û topên dûravêj di gel wî supayê xwe berbi sînorê xwe yê di gel Îraqê da hinartîne û hevdem jî, li gor agahîyan, Urdinê dest bi danana kamîreyên çavdêrîyê liser sînor danîye.
Ev livînên supayê Urdinê amade başîyeke, ku piştî şewtandina frokevanê wî welatî ji alîyê Daişê ve,Urdinê êrîşên asmanî li ser Daişê dijwar kirin û li hember vê jî Daişê gef kirine, ku dê şerê xwe bibin Emmana paytexta Urdinê da.