13:51:55
Rojava News: Piştî sê salan ji aliyê çekdarên rêxistina terorîst a DAIŞê hate dagirkirin, hêzên Iraqê deriyê sînor ê El Welîd ê li sînorê Sûriyê rizgar kirin.
Îro 17.06.2017ê serê sibê şaneya ragehandina şer a Iraqê ragehand, di çarçoveya operasyona Fecir El Cedîd de hêzên Iraqê bi piştevaniya balefirên şer ên hêzên hevpeymanan ve karî navçeya sînor a di navbera Iraqê û Sûriyê û Urdinê ya parêzgeha Enbarê rizgar bike.
Her di operasyonê de deriyê sînor ê El Welîd ê di navbera Iraqê û Sûriyê de hate rizgar kirin.
Piştî rizgar kirina navçeyê du lîwayên artêşa Iraqê bo parastina navçeyên sînorî yên di navbera Iraqê û Sûriyê de hatin bicîh kirin.