12:23:41
Rojava News: Piştî ku Erebîstana Siûdî hemû têkiliyên xwe yên dîplomatîk û ekonomi bi Qetarê re birîn vê carê jî 15 hezar hêştirên aîdî Qetarê dersînor kirin.
Li gorî nûçeya Foreign Policyê, ji bo ku kîlometrokareya Qetarê tenê 11 hezar û 500 metro ye xwediyê kêriyên heştiran ên qetarî heştirên xwe li axa Erebîstana Siudî didan çêrandin.
Piştî krîza navbera Qetar û Siûdî bandor li xwediyê kêriyên heştiran jî kir. Rêvebiriya Riyadê ji xwediyê hemû heştirên Qetarê xwest ku hetanî demeke nêzîk welatê wan biterikînin.
15 hezar hêştir li sînorê Qetar û Erebîstana Siûdî ji ber kêmbûna av û çêriyê ketin rewşeke zahmet. Qetarê ji bo tahliyekirina hêştiran karwan şandin û hemû derbas kirin.