< < Amerîka: Piştî DAİŞ biçê dê wan çekan ji YPGê bistînin!
Print this page

Amerîka: Piştî DAİŞ biçê dê wan çekan ji YPGê bistînin!

12:52:23

 

Rojava News: Amerîkayê derbarê çekên dane çekdarên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de bi dehan name ji Wezareta Berevaniyê û sererkanê Tirkiyê re şandine ku ew çek bi ermanca operasyona Rakkayê hatine hinardin û ew çek derbasî tirkiyê nabin.

Li gorî ragihandina Tirkiyê Wezîrê Berevaniya Amerîkayê James Mattis 2 roj berê nameyeke din ji Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Fikrî Işik ra şandiye ku tê behsa çekên dane YPGê dike.

Hatiye destnîşan kirin ku piştî ku DAIŞê têk biçe çekên dane YPGê dê jê were standin.

James Mattîs tekez kiriye ku ew çek ji bo Operayona Rakka hatine şandin û bi ti şewayî ew çek derbasî Tirkiye nabin.

Hat zanîn: Amerîka her meh lîsteya çêkên ku ji YPGê re şandine, dê bi Enqereyê re parve bike.Piştî ku DAIŞê têkçû çek û cebilxaneyên ku hatine qeydkirin dê ji paşve werin standin.

Hatiye iddiakirin ku wê Sedî 80ê hêzên ku Reqayê ji DAIŞê bistînin, dê ji erebên sûrî pêk werin.

Li gor medyaya Tirkiyê jî: James Mattis amaje bi vê yekê kiriye ku hevkariya bi YPGê re ji neçariyê ye û herwiha wî anî ziman dê lîsteya çekên Amerîkayê ku dane YPGê bide Tirkiyê.