Print this page

Li Pakîstanê êrişên li ser hev: Herî kêm 40 mirî bi sedan birîndar

12:50:42

 

Rojava News: Li Pakîstanê bi wesayîta bombebarkirî êriş pêk hat. Hate ragihandin ku di êrişê de zêdetirî 40 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Li bajarê Ketta ku dikeve başûrê rojava yê Pakîstanê di encama teqandina wesayîta bombebarkirî de 7 jê polîs herî kêm 13 kes hatin kuştin. Di 2 êrîşan de ku li bajarê Paraçinar pêk hat 27 kes mirin û 120 kes jî birîndar bûn.

Li bajarê herî gur yê Pakîstanê Karaçiyê jî di êrîşa bi çekan ya li dijî polîsan de 4 polîsan jiyana xwe ji dest da.

Êrîşa li Kettayê rêxistina Cemaat-ul-Ahrar ku hem ji DAIŞ û hem ji Talibana Pakîstanê cûda bibû girt ser xwe.