Print this page

Qeterê daxwazên welatên erebî red kir

10:58:00

 

Rojava News: Qeter cardin ragihand, ku şert û mercên ku welatên erebî ji bo bidawîanîna dorpêçê diyar kiribûn, qebûl nake.

Bi pêşengiya Erebistana Siûdî lîsteyeke ku bi 13 madeyan pêk tê, ji bo bidawîanîna dorpêçê pêşkêşî Qeterê hatibû kirin.

Li gor ajansa nûçeyan a Reutersê, Wezîrê Derve yê Qeterê Şêx Muhemed Bîn Ebdurehman El Sanî li Romayê daxuyanî daye rojnamevanan û diyar kiriye: “Lîsteya daxwazan dê were redkirin û dê neyê pejirandin. Lê di bin şert û mercên guncaw de em amade ne ku bi diyalogê çareser bikin.”

Herwiha El Sanî eşkere kir, ku di nav lîsteyê de girtina kanala El Cezîre jî heye, lê ne mimkun e ku kanal were girtin.

Weke din di lîsteya daxwazan de qutkirina pêwendiyên li gel Îranê û girtina baregeha leşkerî ya Tirkiyê ya li Qeterê jî heye.