Print this page

Rêxistinê dostê Bexdadî ku kuştina wî eşkere kiribû şewitand!

12:58:37

 

Rojava News: Hat ragihandin ku rêxistina terorîst a DAIŞê melayê ku kuştina Ebûbekir Bexdadî eşkere kiribû bi şewatê înfaz kir.

Rêxistina terorîst a DAIŞê îmamê Camiya Telaferê û dostê Ebûbekir Bexdadî ku kuştina wî eşkere kiribû Ebû Ketîbî bi şewatê înfaz kir. Ebû Ketîbî hefteya borî di xutbeya xwe ya Camiya Telaferê de bi girî kuştina Bexdadî eşkere kiribû.

Li gorî zanyariyan, rêxistina terorîst a DAIŞê piştî ku Ebû Ketîbî kuştina Serokê DAIŞê Ebûbekir Bexdadî eşkere kir, rêxistinê ew li meydanê li pêşberî qerebalixê bi cezayê şewatê ceza kir.