Print this page

Erdogan dîsa li himberî referandumê derket: Kurd wê poşman bibin!

12:33:52

 

Rojava News: Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan dîsa li hemberî referanduma serxwebûna Kurdistanê nerazîbûna xwe anî ziman

Erdogan di axaftina xwe ya televîzyona France24ê de ji bo encamdana referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê got: "Ev referandum rast nîne. Ti carî îhtimala wê yekê tune ku li Tirkiyê referandumeka wisa were encamdan."

Tayyip Erdogan li ser referandoma serxwebûna Herêma Kurdistanê got, ez encamdana referandomê rast nabînin, eger pêk bînin dê poşman bibin.

Serokomarê Tirkiyê di berdewamiya axaftina xwe de got: "Barzanî ji bo vê yekê amade nîne, ji xwe tiştekî wisa li dijî yekparçebûna Iraqê ye. Hemû derd û xema Tirkiyê parastina yekparçebûna Iraqê ye. Eger ew Iraqê parçe bikin yên din jî dê çav li wan bikin lewma em encamdana referandumê rast nabînin. Eger ev referandum pêk were dê poşman bibin."