Print this page

Serokwezîrê Tirkiyeyê Yildirim sûriyeyî hişyar kirin!

13:34:38

 

Rojava News: Serokwezîrê Tirkiyeyê Binali Yildirim di axaftina xwe de hemwelatiyên sûriyeyî hişyar kirin û ragihand ku yên hedê xwe derbas bike dê werin dersînorkirin.

Serokwezîrê Tirkiyeyê Binali Yildirim di axaftina xwe de hemwelatiyên sûriyeyî hişyar kirin û ragihand ku yên hedê xwe derbas bike dê werin dersînorkirin. Sûriyeyiyên ku hêjayî ne jî em ê nasnameyê bidin wan.

Binali Yildirim li Enqereyê bi nûnerên rojnameyên re civînek li dar xist û mijara penaberên sûriyeyî nirxand. Yildirim di axaftina xwe de got: "Qezençkirina hemwelatîbûnê di qanûnê de diyare. Di nava penaberên sûriyeyî de bijîşk, mimar, endezyar, zanist û akademîsyen hene. Ji nava 3 milyon penaber em ê yên hêjayî bineqînin û nasnameyê bidin wan."

Yildirim di berdewamiya axaftina xwe de got: "Sûriyeyiyên ku hedê xwe derbas bidin, wê li hemberî hiqûqê hisap bidin, heke hewce bike dê werin dersînorkirin. Bila gumana tu kesî tunebe."