Print this page

John Bolton: Pirsgirêka li rojhilata navîna ya herî mezin Îran e û divê bê gohertin!

 

12:48:25

 

Rojava News: Balyozê berê yê Amerîkayê li NY (Netewên Yekbûyî) John Bolton ragehand: ‘’Îran pirsgirêka herî mezin a serekî ye li pêş Amerîkayê li rojhilata navîn û rêya herî baş bo vê pirsgirêkê jî gohertina rejîma Îranê ye.’’

Malpera Worldnews ragehane, balyozê berê yê Amerîkayê li NYê John Bolton ragehandiye: ‘’Pirsgirêka serekî ya Amerîkayê li rojhilata navîn Îran e û tenê çareserî jî bo gohertinê pêktê.’’

Herwaha amaje bi vê yekê jî kiriye ku naha Amerîka serokek heye ku hest bi vê metirsiya Îranê dike. Dikarim bibêjim di heyama heşt salên borî de yekem care serokê Amerîkayê bi temamî dijî rejîma Îranê ye.

Herwaha got: ‘’Hestên serokê Amerîkayê yên vê derbarê de rastin û bi ronî behsa vê metirsiyê kiriye û di dema bangeşeya helbijartina seroktiyê de jî, dijatiya xwe li gel rêkeftina atomî ya Îran û rojava bi temamî ragehand.’’

Herwaha dibêje: ‘’Reftarên siyasî û leşkerî yên Îranê ti gohertinek tê de pêknehatiye, ji ber vê jî gohertina rejîma Îranê take çareseriya ku bersiv bide ew e.’’