Print this page

DAIŞ`ê destên 3 keçan jê kir

Rojava News: Çekdarên ser bi Rêxistina terorîst ya Dewleta Îslamî ya Îraq û Şam`ê (DAIŞ`ê) doh êvarî   destê 3 keçkan jê kir jiber ku bi telefonên Mobile axifîne.

 

Rêxistina terorîst ya DAIŞ`ê 5 kesên din jî dane ber qirbacan jiberku tometa wan 5 kesan ew bû çûne ser texteya qada ahengan ya li hemberî Peymangeha Teknînk`ê daku bi mobilê digel kesûkarên xwe yên li parêzgehên din bikin.

Rêxistina terorîst ya DAIŞ`ê ji akinciyên Mûsil`ê re gotiye:Eger sîm kartê telefonê bi kê re were dîtin ewê 30 qirbacan li wan bidin.