Print this page

Amerîkayê hişyarî da Îranê

00:18:23

 

Rojava News: Amerîkayê bi sedema berdewamiya bernamaya Moşekên Balîstîk siza li ser komara islamî ya Îranê sepand.

Mitînga HDPê ya Amedê li Qada 5ê Hezîranê (Îstasyonê) bi beşdarbûna 30 hezar kesan hat lidarxistin.

Wezareta Derve ya Amerîkayê hişyarî da Îranê ku bi piştgiriya berdewam dide Hizbullaha Libnanê, rêxistina Hemas a Filîstînî û Husiyên Yemenê ku bi çekên Îranê êrîşê Erebîstana Siûdî dikin.

Wezareta Derve ya Amerîkayê da xuyakirin ku Îran piştgiriya wan milîşeyên Iraqê dike ku zarokan di şeran de bikar tînin û çekdar dikin.

Wezarêtê herwiha got, Îran penaberên Afganî neçar dike çekan hilgirin û beşdarî şer bibin.