Print this page

Erdogan: YPG û HSD her du jî yek in

13:01:09

 

Rojava News: Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan derbarê guhertina navê YPG bo HSDê dibêje, ew wê yekê girîng nabînin û baş dizanin kî, kî ye û wan dîmenên hemûyan jî nîşanî hevalbendên xwe dane. Erdogan bang li Amerîka dike ku, divê di navbera dostan da xapandin nebe.

Serokomarê Tirkiyê beriya ku ber bi Welatên Kendavê birê bikeve li firokxaneya Ataturk ya Stenbolê civîneke çapemenî darxist. Erdogan got:"Em pir baş dizanin ku kî kî ye. Her du jî yek in. li kû derê û çawa digerin li meydanê ye. Ya girîng ne guhertina nav e. Di hundir de çi heye ew girîng e.”

Erdogan got jî: “Jixwe Tirkiye bi saloxgeriya xwe û bi her tiştî wan dişopîne. Em ne dewleteke qebîleyê ne. Em dewleteke bingehîn ya sedan salan in û bi rêkûpêk in. Em yên li Tirkiyê digerin jî dizanin û yên ku sîmbolên rêxistina terorê li ber xwe kirine, tevî wêneyên lîderê rêxistina terorê digerin jî dizanin. Me wêne û vîdyoyên hemûyan nîşanî wan daye. Dibêjin nav hatiye guhertin. Em bi vê nayên xapandin. Divê dost hevudû nexapînin. "

Fermandarê Hêzên Taybet yên Artêşa Amerîka General Raymond Thomas duh di Lûtkeya Aspin ya Ewlehiyê de got, Amerîka YPG neçar kir ku navê xwe biguhêre û bike Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) da ku karibin çek û teqemaniyan ji wan re dabîn bikin û Tirkiyê jî di pirsa biçekirina wê de nexeyidînin.

Ji ber biçekirina YPGê ji aliyê Amerîka ve, pêwendiyên di navbera Tirkiye û Amerîka de rastî girjiyekê bûn. Amerîka jî tekez dike ku çekê YPGê bo şerê çekdarên DAIŞê ye û berve Tirkiyê nabin.