Print this page

Çekdarên Taliban 2 bajêr yê Efxanistanê girtin!

13:38:37

 

Rojava News: Li Efxanistanê du rojan de 2 Bajêr ji aliyê Taliban ve hatin kontrolkirin..

Waliyê eyaleta Xûr ya Efxanistanê, Xulam Nasir ji BBC re gotiye, îro danê sibê çekdarên Talibanê êrişî bajarê Tiyûrê kirin, hêzên hikûmetê nekarîn e li ber xwe bidin ji ber wê jî paşde vekişiyane û bajar ketiye destê Taliban.

Xulam Nasir her wiha gotiye, ji şeva borî ve çekdarên Taliban bi tundî êrişî wî bajarî dikirin, îro danê sibê jî bajar girtin.

Şeva borî çekdarên Taliban êrişî bajarê Kûhistan li eyaleta Faryab ya Efxanistanê jî kiribûn û ew bajar xistibûn destê xwe.