Print this page

Îsraîlê eniyên Hamasê topbaran kir!

13:26:32

 

Rojava News: Piştî ku Îsraîlê li Mescidi Aksayê hinek mueyîdeyên nû sepandin, li herêmê gengeşî her diçe zêde dibe. Artêşa Îsraîlê bersiva moşekan da û eniyên Hamasê topbaran kirin.

Artêşa Îsraîlê di daxuyaniya xwe ya ser medya civakî ya Twitterê de got: "Demek berê moşeka ku ji Xezzeyê hate avêtin li herêma Eşkol li cihekî vala ket. Kesî kuştî û birîndar çênebûn. Tankeke bi modela IDFê mafê bersivdayînê bi kar anî û li Xezzeyê eniyeke grûba Hamasê topbaran kir."

Çavkaniyê hamasî jî di axaftina xwe ya ajansa AFPê de îdîa kir û got: "Li herêma Han Yunusê noqteyeke çavderî ya baskê leşkerî ya Hamasê 5 caran hat topbarankirin."

Êrişa artêşa Îsraîlê piştî moşeka Hamasê ku li hewayî hat îmhakirin çêbû. Di êrişa moşekî ya Hamasê de ti zirar çênebû, lê li gorî rojnameya Times of Îsraîlê hedefa moşeka Hamasê bajarê li ber deryayê ku dikeve başûrê welêt Aşkelon bû.