Print this page

Fîloya Amerîkayê li Kendavê êrişî keştiya Îranê kir!

13:06:31

 

Rojava News: Li gorî daxuyaniya rêvebiriya Îranê, fîloyên deryayî yên Amerîkayê li Kendava Basrayê bi çekan êrişî keştiyên Mihafizên Şoreşê yên Îranê kirin.

Fermandariya Deryayî ya Mihafizên Şoreş a Îranê di daxuyaniya xwe de ragihand helîkoptera ku ji keştiya balafira leşkerî ya USS Nimitza Amerîkayê rabû bi çekan êrişî keştiyên me ku li derdora qada xaza siruştî û petrolê ya li Rîsaleta Kendava Basrayê dewriye dikirin kir.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat ragihandin ku digel ku hêzên Amerîkayê provokasyon kirin jî keştiyên me guh nedanê êrişê û kare xwe dewam kirin. Paşî keştiya balafirên şer a Amerîkayê bi kruvazora cengî ve ji herêmê dûr ketin.

Roja sêşema borî jî dîsa li Kendava Basrayê bota Amerîkayê ku dewriye digeriya êrişeke hişyarî li keştiyeke Îranê kiribû, berpirsên amerîkî jî di daxuyaniya xwe de ragihandibûn ku ji ber keştiyên îranî zêde nêzîkî botên me bûn me ew hişyar kirin.