Print this page

Human Rights Watch: Milîsên şîe tawanên komkujiyê kirine

Rojava News: Rêxistina Human Rights Watch ragihand ku milîsên şîe yên ser bi Hikûmeta Iraqê ve, êrişên xwe li dijî navçeyên sunneyan tundtir kirine û di encamê de 3 hezar kes mal û halê vala kirine û tawanên qirkirinê kirine.

Di daxuyaniyekê de, Rêxistina Human Rights Watch ragihand ku, dokomênt ketine destê wê de, ku egerê wê yekê heye ku milîsên şîe û hêzên Iraqê li navçeya Perwane li Mîqdadiyê tawanên komkujî pêk aniye û 72 kes kuştibin.

Xelkê Mîqdadiyê ji Human Rights Watch re gotine ku, piştî navçeya wan ji destê DAIŞê hat derxistin û niha milîsên Şîe tawanan bi wan dikin.

Herwiha di wê daxuyaniyê de hatiye ku, Xelkên wan deverên sunne 2 caran rastî tawan û nexweşiyan bûn, carekê bi destê DAIŞê û niha bi destê milîsên Şîe yên ser bi Hikûmeta Iraqê ve.

Human Rights Watch daxwaz ji Hikûmeta Iraqê dike ku lêkolînê derbarê wan bûyeran bike û xelkê sivîl biparêze.