Print this page

Neteweyên Yekbûyî (NY) li Yemenê 7 milyon însan ruberuyî xelayê ne

12:56:25

 

Rojava News: Ofîsa Kordînasyona Karên Însanî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) li ser malpera xwe raportek weşand. Kordînasyonê di raporta xwe de ragihand ku li Yemena ku qeyrana herî mezin a însanî diqewime, 7 milyon însan li ber xelayê ne û 2 milyon û 300 hezar zarokên ku ji 5 salî biçûktir in her wext xwarinê peyde nakin.

Li gorî raportê, li Yemenê piraniya gel mihtacî alîkariya însanî ye û di nav pêdiviyên lezgîn de av, xwarin û amûrên tibî jî hene. Raport behsa rewşa malbatên li kampên penaberan yên li navçeya Hamîrê dimînin jî dike.

Di berdewamiya raportê de hat gotin ku ji 3 milyonî zêdetir însan ji welêt reviyane û 2 milyon jî li nava welêt ji cih û warên xwe bûne.

Ji aliyê din ve di raportê de jî hat destnîşankirin ku şewba kolerayê her ku diçe zêde dibe û gelek nexweşiyên din jî peyde bûne.