12:22:06
Rojava News: DAIŞ û Tevgera Talîban li Efganistanê êrîşek pêk anîn, di encamê de 50 kes hatin kuştin.
Li gor çavkaniyên leşkerî; Tevgera Talîban û DAIŞʹê êrîşî benda kontrolê ya gundê Mîraza Olanc a herêma Siyad a bakurê Wîlayeta Serbil a bakurê Efganistanê kirin. Çavkaniyan her wiha dane zanîn ku çekdarên Talîban û DAIŞʹê piştî êrîşa benda kontorlê agir berdan 30 malên gund. Di encama êrîşê de 50 kes hatin kuştin.
Rayedarên bi navê Zebîh Ellah ku bi navê Serokatiya Kantonê axivî û got ku piraniya kesên jiyana xwe ji dest dane ji hoza (Qebîle) Hezara ne.