Print this page

Erebistana Siûdî "Em di pêşeroja Sûriyeyê da ciyê Beşar Esed nabînin"

12:58:46

 

Rojava News: Erebistana Siûdî ragihand helwesta wan a ji bona meseleya Sûriyeyê naguhere û di pêşeroja Sûriyeyê da ciyê Beşar Esed nabînin.

Li gor nûçeya SPAya ajansa nûçeyan a Erebistana Siûdî ku ji çavkaniyên Wezareta Karên Derva hatiye hildan helwesta Erebistana Siûdî ya di meseleya Sûriyeyê da neguheriye û hin xeberên di medyayê da derketin û dibêjin ji devê Adil el-Cubeyrê Wezîrê Karên Derva yê Erebistana Siûdî derketine rast nînin.

Di nûçeyê da tê destnîşankirin rêvebiriya Riyadê piştgiriyê dide Peymana Cenevreyê ya 1emîn û biryara 2254emîn a Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ku divê li Sûriyeyê ji bo rêvebiriyê lijneyeke berxwet bê avakirin, destûreke nû bê çêkirin, ji bo Sûriyeyê pêşerojeke nû bê avakirin û hilbijartin bê kirin.

Li gor nûçeyên di hin saziyên medyayê da derketibûn tê gotin li gor agahiyên ji çavkaniyên mixalif yên li Sûriyeyê hatine hildan Cubeyr gotiye "Esedê bimîne."

Cubeyr pêncşema borî bi Riyad Hicabê Kordînatorê Giştî yê MYKyê ra hatibû bal hev.