Print this page

Amerîka sînorê di navbera Iraq û Sûriyê kontrol dike

12:39:49

 

Rojava News: Artêşa Amerîka navçeyên sînorî yên di navbera Iraqê û Sûriyê kontrol dike û şêxeke ereb jî behsa wê yekê dike ku xîlala şîe ya Îranê bi wî awayî tê şikandin.

Îro 13.08.2017ê berdevkê eşîretên ereb ên parêzgeha Nînewa Şêx Muzahîm El Hiwêt ji rojnameya Şerqulewsetê re ragehand, ku heftiyeke artêşa Amerîka dest bi ava kirina binkeyeke herî mezin ê Amerîkayê li Nînewayê kiriye.

Şêx Muzahîm El Hiwêt ragehand, ew binkeyê leşkerî yê Amerîka nêzîk gundê Kehrîz ê bajarokê Zumarê li sînorê bajarê Şingalê tê ava kirin û Amerîka dixwaze çar binkeyên leşkerî yên din jî li temamê parêzgeha Nînewa ava bike.

Ew şêxê ereb dibêje Amerîka dixwaze kontrola sînorên di navbera Iraqê û Sûriyê bike, ku bi armanca têkşikandina projeya Xîlala Şîe vê yekê dike, ango ji Tehranê heta parêzgeha Nînewa û ber bi Beyrûta paytexta Lûbnanê û paytexta Sûriyê, Şamê û wê rêyê ve Îran alîkariyên xwe yên leşkerî digehîne milîsên Hizbulla û rêjîma Sûriyê.

Herwaha, navborî keyfxeşiya eşîretên ereb û hemwelatiyên Sunne ya vekirina binkeya leşkerî ya Amerîka li parêzgeha wan nîşan da û amaje bi vê yekê jî kir, hêzên Amerîka erebên Sunne ji binpêkirinên Heşdî şeibî, sipaha pasdaran û sipaha Quds a Îranê û çekdarên PKKê dikare bi vî awayî biparêze.