Print this page

Êrişek bi ser leşkerên Amerîkayê: 7 kuştî û birîndar

12:49:23

 

Rojava News: Artêşa Amerîkayê ragihand, li bakurê Iraqê di pevçûneke çekdarî de, 2 serbazên amerîkî hatine kuştin û 5 serbazên din jî birîndar bûne.

Li gorî daxuyaniyê, pevçûn îro li devereke bakurê Iraqê çê bûye, lê belê ti amaje bi cihekî diyarkirî weke cihê pevçûnê nedaye û herwiha artêşa Amerîkayê ti amajeyek bi aliyê êrişkar nekiriye.

Hatiye ragihandin, ku lêkolînên derbarê bûyerê de dest pê kirine û li gorî encamên destpêkê jî wisa xuya nake, ku wê êrişê pêwendî bi hêzên dijmin ên artêşa Amerîkayê ve hebe.

Rêxistina DAIŞê demek piştî belavbûna vê nûçeyê ragihand, ku êriş ji aliyê çekdarên wan ve hatiye pêkanîn.

DAIŞê da xuyakiirin, ku piştî çavdêriya hewayî ya hêzên Amerîkayê û zanîna cihê wan, komeke çekdarên wê rêxistinê li nêzîkî projeya avê ya li gundê Elbuwêr ku dikeve rojhialtê Tileferê, bi mûşekên Grad êrişî hêzên Amerîkayê kirin.

Wê rêxistina terorîstî îdia kiriye, ku di êrişê de 4 serbazên amerîkî hatine kuştin û 6 kes jî birîndar bûne.