Print this page

Tirkiye: Li sînor 435 penaber hatin girtin

11:41:24

 

Rojava News: Li Tirkiyê li ser sînorê bajêrê Edîrneyê di kontrola cendirmeyan de 435 penaberên ku dixwestin bi rêyên qeçax derkevin derve hatin girtin.

Tîmên Fermandariya Cendirmeyên Edîrneyê li navçeyên Îpsala, Havsa, Merîç û li gundê Yenîkadinê di kontrola rê de 435 penaberên biyanî ku ji Sûriyê, Afganistan, Pakistan, Bangladeş û Filistînê bûn û dixwestin bi rêyên neyasayî derbasî welatên europî bibin hatin girtin.

Li gorî zanyariyên berdest, bi penaberên biyanî re 4 organîzatorên ku rêberî dikirin ji aliyê cendirmeyan ve hatin binçavkirin. Organîzator N.Ç., M.K., M.K. û M.A.A ji aliyê dadgehê ve hatin girtin.

Penaberên ku hatibûn binçavkirin piştî karê edlî ji bo dersînorkirinê teslîmî Midûriyeta Îdareya Koçberî ya Edîrneyê kirin.