Rojava News: Piştî serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bo Tirkiyeyê û civîna wî ligel Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmet Davûtoglu, Hikûmeta Iraqê pêwendî bi wî welatî re kir.
Li gorî daxuyaniyeke nivîsingeha Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî, duhî Ebadî ligel Davûtoglu axivî û jê re got ku, Petrola Iraqê ji hemû xelkê wê re ye.
Ev pêwendiya telefonî ya Heyder Ebadî piştî rojekê ji serdana Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bo Tirkiyeyê hat.
Roja pêncşemê Barzanî li Enqereyê ligel Serokomar Recep Tayyip Erdogan û Serokwezîrê wî welatî Ahmet Davûtoglu civiya û behsa rêkeftinên enerjiyê di navbera herdu aliyan de û pêvajoya aştiyê li Bakurê Kurdistanê kirin.
Beriya serdana xwe bo Tirkiyeyê, Nêçîrvan Barzanî ragihand ku, pereyên Bexdayê nînin ku da ku budce û mûçeyên fermanberan ji Herêma Kurdistanê re bişîne.
Di daxuyaniyekê de, nivîsingeha Ebadî ragihand ku, “Ebadî û Davûtoglu behsa rizgarkirina Mûsilê ji destê DAIŞê kirin.”
Herwiha wê daxuyaniyê da zanîn ku, “Herdu aliyan lihev kirin, ku petrola Iraqê ya hemû xelkê ye û divê herdu alî rêzê li siyaset û yekîtiya ax û berjewendiya herdu aliyan bigirin.”