Print this page
Bûyarek Erebistana Suûdiyê di hejîne...Jinekê sê zarokên xwe ji taqa heftan avêtin

Bûyarek Erebistana Suûdiyê di hejîne...Jinekê sê zarokên xwe ji taqa heftan avêtin

1:10:34 PM 

RojavaNews: Duh roja Duşemê, 13/8/2018an li Erebistana Suûdiyê jinekê sê keçên xwe ji taqa heftan avêtin, ev bûyer Erebistana Suûdiyê bi tevayî hejand.

Rojnameya Sebeq ya Suûdî ragihand, ku di vê bûyerê de du keçan jiyana xwe ji dest dan û keça sêyan birîndar bû û hate daxwûyakirin ku dezgehên ewlehîyê  wê vê bûyerê vekulînin.

Herwiha Sebeq daxwûyakirin, ku jêderên wan gotin ku jinekê sê zarokên xwe di pencerê re  avêtin.

Jêderan ragihandin,  ku bavê  her sê arokan ne li mal bû, û tîmên Hêva  Sor her sê zarok veguhestin nexwaşxanê, lê du ji wan jiyana xwe ji dest dan  û yek jî birîndar bû û ew di bin çavdêriya pizîşkî de ye.