Print this page

Siûdî beşdarî şerê Yemenê bû

Rojava News: Balafirên Erebistana Siûdiyê bi piştgiriya 10 welatên din, di nîva şevê de navendên çekdarên Hûsiyan li nêzîk balafirgeha Senayê û derdora koşka serokayetiya Yemenê bi giranî bombebaran kirin.

Duhî şev Balafirên Erebistana Siûdiyê bi piştgiriya 10 welatên li Senayê êrişê çekdarên Hûsiyan ku piştevanî wan Îran dike, kir.

Ew operasyona Siûdiyê ku armanc jê piştgirîkirina serokê Yemenê Ebid Rebe Mensûr Hadî ye, di bin navê Asîfet Elhezim de destpêkir û li gor çavkaniyan, Siûdiyê 100 balafir û 150 hezar leşkerên xwe tevlî şerê li dijî Hûsiyan dike.

Di êrîşên şeva borî de ku heta îro serê sibehê jî berdewam bûn, jibilî balafirgeha Senayê û Koşka Serokayetiyê, herwiha navenda Eldîlmî û navenda Elend li nêzîk bajarê Adenê jî hatin bombebarankirin.

 

Her deh welatên ku tevlî operasyona li dijî Hûsiyan bûne ji Siûdiyê, Îmarat, Kuwêt, Behreyn û Qeter herwiha Misr, Urdun, Sûdan, Mexrib û Pakistanê pêk tên.

 

Misr jî îro serê sibehê ragihand ku amade ye tevlî operasyona bejayî li Yemenê jî bibe.