Rojava News: Berpirsekî Ewlehiyê yê Yemenê ji routersê re got: Ji bo ku li Yemenê aramî bê avakirin, dibê ku pêvistî bi operasyonê bejayî hebê.
Ji ber rewşa awarte Erebistana Suudî li Yêmenê seferê hawayî li nav yemen û ji bo derva da sekinandin.
Konsolê Erebistana Suudî yê Emrîkayê Adil Cubeyr di daxuyaniyekê de got “Li Yemen hemû rê yên aşîtî û diyalogê bê encam man, û ji neçarî bi ser Husiyan de li Yemenê operasyon hatiye li darxistin”
Hemendemê got “ Husiyan her daîm rêya tûndiyê hilbijartine, ji ber wê yekê jî emê Hıkumeta fermî û meşrû ya Yemenê biparêzin.
Konsolê giştî herweha got; “Ew tevgera leşgerî û operasyon li gor rênmayiyên Neteweyên Yekbuyî û Yekîtiya Eraban hatiye çêkirin. Aniha tevger û mudaxelaya leşkerî ji asmana de birêve diçê, lê eger pêvist bikê dê ji bejayî ve jî operasyon bên meşandin.