Print this page

Amerîka makîneya DAIŞê avêt ser Reqayê

Rojava News: Amerîka di çarçoveya şerê derûnî yê li dijî rêxistina DAIŞê de, bi deh hezaran wêne avêtin bajarê Reqayê ku navenda sereke ya DAIŞê li Sûriyê ye.

Li gor daxuyaniyeke Wezareta Bergiriyê ya Amerîkayê, balafirên amerîkî di 16ê vê mehê de 60 hezar belavûk avêtine bajarê Reqayê.

Ew belavûk ji karîkatorekî pêk tê û rêxistina DAIŞê wek makîneyeke hûrkirina goşt nîşan dide ku her kesê dixwaze tevlî wê rêxistinê bibe, wî dixwe.

Pentagon diyar kir ku ew karîkator ji aliyê yekîneke şerê derûnî ya artêşa Amerîka ve hatiye amadekirin.

Herwiha Pentagonê ragihand ku, ew name bi aşkere dibêje ku eger tu tevlî DAIŞê bibe, tê xwe di nava makîneya hûrkirina goşt de bibîne