Print this page

Ban Kî-moon Îro sibehî giha Bexdayê ye

Rojava News: Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî, Ban Kî-moon îro bi serdaneke fermî gihîşt Bexdayê.

 

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî, Ban Kî-moon îro danê sibehê gihîşt Bexdayê û dê ligel berpirsên Iraqê bicive.

 

Serdana Ban Kî-moon beşek e ji piştgîriya navdewletî bo Iraqê li dijî terorê û çareserkirina rewşa siyasîye.

 

Li gor hatiye zanîn: Ban Kî-moon dê ligel Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û berpirsên din ên Iraqê bicive.