Rojava News: Êrişên balafirên hevpeymaniya Erebî ya bi serokatiya Siûdiyê bo ser hûsiyên Yemenê li paytexta wî welatî Senayê berdewam in û çend navendên wan hatin têkbirin.
Li gorî hinek çavkaniyên Yemenê, îro serê sibehê, balafirên Erebistana Siûdiyê serbazgeha 48 li başûrê Senayê û navçeya Swad bombebaran kirin, herwiha li navendeke din jî li navçeya Hîdeyê dan.
Li gorî medyayên Siûdiyê, li navçeya Wadî Ehmed û li navenda Dilêm li nêzîkî balafirxaneya Sena çekdarên hûsiyan hatine bombebarankirin û hejmarek ji wan hatine kuştin û çend balafirên şer jî li wê balafirgehê hatin têkbirin.
Balyozê Siûdiyê li Neteweyên Yekbûyî dibêje, hîna Siûdiyê biryara şandina hêza bejayî bo Yemenê nedaye, lê eger pêwîst be, hejmareke baş a hêzên wan amade ne.
Balafirên Erebistana Siûdiyê bi piştgiriya welatên (Îmarat, Behrên, Kuwêt, Urdin, Mexrib û Sûdanê), roja pêncşemê dest bi lêdana navendên çekdarên Hûsiyan kirin. Herwiha welatê Misir û Urdin amade ne ku bi awayekî bejayî beşdarî wê operasyonê bibin.