Print this page

Melayê Mekkeyê li dijî Îran û şîeyan şer ragihand!

Rojava News: Melayê Erebistanî û pêşnimêjê Mekkeyê Ebdulrehman Sudeys bi tundî êrişî Îran û şîeyan kir û got, divê hemû sunnî li dijî şîeyan şer bikin.

 

Pêşnimêjê Mekkeyê Ebdulrehman Sudeys di tomareke dengî de li ser şerê Yemen, Iraq û Sûriyê û rola Îranê di wî şerî de axivî.

 

Sudeys bi tundî êrişî Îran û şîeyan kir û got, Îran û şîe li Iraq, Yemen, Sûriye û Behrêynê tevliheviyê dikin.

 

Wî melayê Erebistanî diyar kir ku ew şerê ku niha li Yemenê tê kirin şerê sunnî û şîe ye lê heta niha jî hinek hêz û alî hene vê yekê qebûl nakin.

 

Ebdulrehman Sudeys anî ziman ku beşek ji sunniyên Iraqê hestîkoj û sîxurê Îranê ne û bang li hemû sunniyan kir li dijî şîe û Îranê şer bikin.