Rojava News: DAIŞ bo eşkerenebûna nihêniyên xwe, serkirdeyên xwe yên biyanî ji Enbarê dibe Sûriyê û li şûna wan iraqiyan datîne.
Serokê Eşîra Elbû Nimir, Neîm Geud duhî di daxuyaniyekê de ragihand: “DAIŞê li parêzgeha Enbarê, emîrên xwe yên biyanî û erebên welatên erebî dişîne Sûriyê û welatê Efxanistan û li şûna wan serkirdeyên iraqî datîne.”
Neîm Geud wiha domand: “Mebesta DAIŞê bi wê guhertinê, da ku nihêniyên wê ji aliyên siyasî û welatên erebî re eşkere nebin.”
Geud ragihand: “Çekdarên DAIŞê gefeke mizin in li ser Enbarê, bi taybetî piştî ku piraniya vê parêzgehê xistine destê xwe de û gellek xelkên sivîl kuştine.”
Bêtirî salekê ye ku çekdarên DAIŞê destê xwe danîne ser Enbarê û piştî kontrolkirina bajarê Tikrîtê di çend rojên borî de, berpirsên Iraqê tekez kirin ku piştî Tikrîtê niha dora rizgarkirina wê parêzgehê ye.