Rojava News: Rêxistina DAIŞê, ji aliyê darayî ve dewlementirîn rêxistina tundrew e li cîhanê. Pereyên xwe bi çend rêyan bi dest dixe.
DAIŞ destê xwe daniye ser navçeyeke berfireh ji axa Iraq û Sûriyê û saman û mal û milkê xelkê ji xwe re helal kiriye.
Sedemên dewlemendiya wê rêxistinê:
1- Dizî: Amerîka ragihand ku di sala 2014an de, rêxistina DAIŞê bêtirî nîv milyar dolar ji bankên bakur û rojavayê Iraqê dizî ye. Ne tenê bank talan kirin, lê belê mall û malên xelkê jî talan kirin, herwiha otomobîlên xelkê jî ji xwe re dibin û bazirganiyê bi çek û mirovan jî dikin.
2- Gef û guvaş: DAIŞ bi gefa kuştinê û bi zorê û bi henceta parastina jiyana xelkê, pereyan ji wan distîne. Bac û pereyan li ser riyan û li ser ajelan ji xelkê werdigrin. DAIŞ bi vê yekê mehane bi milyonan dolar bidest dixe.
3- Petrol: Rêxistina DAIŞê mehane bi milyonan dolar bi rêya firotina petrola Iraq û Sûriyê bidest dixe. DAIŞ petrola wan navçeyan bi rêya hinek kes dişîne navçeyên derveyî desthilata xwe û li wir li bazarên reş tê firotin.
4- Revandin: Xelkê direvînin û li hember azadkirina wan, pereyan werdigirin. Di sala 2014an de, DAIŞ tenê bi rêya revandinê bêtirî 20 milyon dolar bidest xist.
5- Firotina şûnwaran: DAIŞ dest bi wêrankirina şûnwarên dîrokî li Iraq û Sûriyê kiriye, lê gellek ji wan şûnwaran difroşe jî û bi wê riyê gellek qezenc dike, ku bi milyonan dolar bidest dixe.