Rojava News: Di vê girteya vîdeo de Rêxistina terorîst ya DAIŞ`ê ku, li ser Pêgeha xwe ya Tweeter`ê belav kiriye, Peyvdarê Ragihandina terorîst ya DAIŞ`ê Ebo Mihemed El Ednanî ji welatên Rojava re dibêje: Eger hûn dixwazin ew erdên ku, li jêr kontrola me derbixin , em beriya Endelis`ê daxwaza Parîs`ê dikin.
Her weha Ebo Mihemed El Ednanî gefa teqandina Koça Spî ya Emrîka û Burc Eiffel ya Fransa û Demjimêr ya Big Ben ya Birîtanya dike.
Ebo mihemed El Ednanî ragihand ku, ew daxwaza Qahîre, Efxanistan, Tehran, Qudus, Dewhe Ebo Zebî û Eman`ê dikin û got:Musliman dê tevaya cîhanê kontrol bikin û ne derew soz emê bikevin Rûma`yê jî.