Rojava News: Li gor belgenameyekê Erebîstana Siûdî 575 milyon dolar xistiye ser hesabê cîgirê serokomarê Iraqê Usame Nûcêfî yê li Tirkiyê. Li gor tê gotin ew pere ji bo li ser serok û berpisên DAIŞê were parvekirin.
Di belgenameyek ji aliyê malpera el-Yewm el-Samin a Iraqî ve hatî belav kirin de, îmzeya serokê rêxistina sîxûrî yê Erebîstan Siûdî Xalid Bin Bender Ebdul Ezîz Al Siûd li ser wê heye. Dîroka 23.06.2014an li ser wê belgeyê ye. Di wê belgeyê de wiha tê gotin: “Em ji we re radigihînin ku me 575 milyon dolar xistiye ser hesabê bankê yê Nîkstayl ê Tirkî.”
Di berdewama wê belgenameyê de wiha tê gotin: “Bila ti mamele ligel wî pereyî neyê kirin û heta ez we agahdar dikim. Lihevkirina li ser hatî kirin amade ye û piştre wê li ser kesên di peymanê de behsa wan hatî kirin were belav kirin.”
Li gor wê belgenameyê, dema ew pere hatî şandin; Usame Nûcêfî serokê parlamentoya Iraqê bû. Niha jî Nûcêfî cîgirê serokomarê Iraqê ye.
