Rojava News: Hûsiyînê Yemenê bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) kirin ku ji bo dawî li êrîşên hewayî yên Erebistana Siûdiyê were tevbigerin. LI aliyê din Sekreterê Giştî yê NY’yê Ban ki Moon difikire ku konfreyeke giştî ji bo çareseriya siyasî li Yekemenê bê lidarxistin.
Serokê Desteya Têkiliyên Derve ya Tevgera Husiyîn Husên El-Izî nameyek radestî Sekreterê Giştî ya NY’ê kir. Di nameyê de tê gotin ku rewşa mirovî ya Yemenê zehmet bû ye û xwest ku ji bo dawî li êrîşên hewayî yên Koalîsyona Ereban ku Erbeistana Siûdiyê serkêşiya wê dike were tevbigerin. Li gorî ajansa Rutersê di name wihaye: ˮEm li roleke mirovî ya aktîf dinerin, roleke xwe dispêre exlaqan û nirxên mirovahiyê ya hevbeş ku karibe dawî li destwerdana Erebistana Siûdiyê bîne.ˮ
Ji aliyê xwe ve jî Wezîrê Emerîkî Jonn Kerri destnîşan kir ku hevdîtinên li Neteweyê Yekbûyî yên derbarê Yekenên de bi agirbestekî mirovî bi encam bibe. Di heman demê de Sekerterê Giştî ya NY’yî Bakî Moon projeya lidarxistina kongreyeke nevnetewî ya derbarê Yemenê de difikire ku bi awayekî siyasî pirsgirêkê çareser bike.
Li gorî raporên NY di şerê Yemenê de piştî ku Hûsiyîn paytext Senai kirin destê xwe û vir ve di şerê li Yemenê de 600 kes hatine kuştin, 2 hezar û 200 kes birîndar bûne û 100 hezar kes koçber bûne.