Rojava News: Li bajarokê Tileferê yê Mûsilê, çekdarên DAIŞê li hev dan û di encamê de 5 çekdar hatin kuştin.
Duh li bajarokê Tileferê yê Mûsilê di navbera çekdarên DAIŞê de li ser parvekirina desthilatê şer derket.
Ew çekdarên ku li hev dane hinek biyanî û erebên welatên din bûne hinek ji wan jî erebên iraqî bûne û da zanîn, di wî şerî de 3 çekdarên biyanî û 2 çekdarên ereb ên iraqî yên DAIŞê hatin kuştin.
Ev çend car in li bajarokê Tileferê, ku piraniya xelkê wir tirkmen in û xwe nêzîkî Tirkiyê dibînin, nakokî di navbera çekdar û serkirdeyên DAIŞê de derdikeve çimkî mezinin DAIŞê çekdarên rêxistinê yên li Tileferê bi sîxurtiya Tirkiyê tohmetbar dikin.