Rojava News: Berdevkê Komîseriya Bilind a Penaberan a NYyê Adrian Edwards di civîna çapemeniyê ya ku li Ofîsa Neteweyên Yekbûyî hat lidarxistin de axivî û got ku ji meha gulanê ve 55 hezar iraqî li Ramadiyê malên xwe terikandin.
Edwards got "Ji meha nîsanê ve 128 hezar kes ji Ramadiyê reviya."
Bernameya Xureka Dinyayê ya Neteweyên Yekbûyî (WFP) jî ji bo ku bikare li Iraqê arîkariyên xwe yên xurekê berdewam bike bang kir ku 108 milyon dolar arîkarî bê kirin.
DAİŞa rêxistina terorê di 17ê gulanê de Ramadî bi dest xistibû.